JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Wekî tê zanîn 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Di 15ê Gulana 1932yan de Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, bi rihekî kurdewar û bi dilsozî dest bi weşandina Kovara Hawarê kirin. Îro em ê jî wek parêzerên gelê kurd ên azadîxwaz, bi heman dilsozî û hişmendîyê balê bikişînin ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo Kurdî.
Berî her tiştî zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Lewma, divê em hemû bi hev re li zimanê xwe xwedî derkevin û wê biparêzin. Ev kar li ser milê me hemûyan e.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye. Ango mafê her gelî û her takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Ev maf, wekî mafekî mirovan di hiqûqa navneteweyî de hatiye naskirin û di gelek danezan û peymannameyên navneteweyî de hatiye misogerkirin.
Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, Peymannameya Parastina Zimanên Kêmîneyan û Zimanên Herêmî yên Ewropî, Peymannameya Çarçove ya Parastina Kêmîneyên Neteweyî û Peymannameya Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî, di warê mafên zimanî de belgenameyên bingehîn in.
Herçend di van peymannameyên navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û gelek mafên çandî yên din hatibin misogerkirin jî Tirkîyeyê şerha sînordarkirinê danîye ser gelek xalên van peymannameyan û bi vî awayî nehiştiye û hîn jî nahêle gelê Kurd ji van mafan sûd bigire.
Ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, Kurd, zimanê Kurdî û çanda Kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin. Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û asîmîlekirinê berdewam in. Li gor xala 42yan ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Li gorî daxuyanîya Wezareta Perwerdeyê di nava tayînkirina 20 hezar Mamosteyan de tenê 10 kontenjan ji bo Kurdî hatîye vekirin. Bi milyonan zarokên Kurd di dibistanan de nikarin Kurdî perwerde bibin perwerdeyê bi zimanê Kurdî bibînin. Şano, konser, fîlm û hemû cure çalakî û şahîyên bi Kurdî hîn jî tên qedexekirin. Di sazîyên fermî de Kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo xweparastina bi rêya wergêrî heqdest tê xwestin û gelek caran mafê xweparastina bi zimanê dayîkê tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî Kurdî wek zimanekî “nenaskirî” tê pênasekirin.
Di rojevê de guhertina Qanûna Bingehîn heye. Em bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin: Divê di qanûna bingehîn a nû de Kurdî bibe xwedî statû. Ev mafê me ye. Gelek welatên dinyayê, zimanên cûda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê îngilîzî û spanî; li Swîsreyê elmanî, frensî û îtalî; li Rûsya, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Heta li Qazakistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî hatiye qebûlkirin.
Bi minasebeta vê rojê em wek parêzerên Kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, Kurdan û Kurdî nas bikin.
Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.
Lijneya Ziman Ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê